SÛRIYE - Amerîkayê êrişî komên çekdar kir

23 demjimêr berê
Nîşan CENTCOM Sûriye Êriş Çekdar Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Sûriyeyê 9 hedefên komên çekdar ên ku Îran piştgiriyê dide wan hatine bombebarankirin.

CENTCOMê da zanîn, wan bersiv daye êrişên ku karmendên Amerîkayê dikin hedef.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di nava 24 demjimêrên dawî de li Sûriyeyê gelek caran êrişê personelên Amerîkayê hatiye kirin.

CENTCOMê diyar kir ku wan bersiv daye van êrişan û li 2 herêmên cuda 9 xalên komên ku Îran piştgiriyê dide wan bombebaran kirine.

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê bi bîr anî ku hêzên wan ji bo têkoşîna bi DAIŞê re li wir in û got:

“Ev êriş dê şiyana komên Îranî ya êrişkirina ser personelên Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê kêm bikin.”

“Peyama me zelal e”

Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla jî diyar kir ku ew dê ji bo parastina hêzên xwe her tiştê pêwîst bikin û li pey çû:

“Peyama me zelal e. Dê destûr neyê dayîn ku êrişî hêzên Amerîka û Koalîsyonê yên li herêmê were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst