Hikûmeta Sûriyeyê: Artêşa Îsraîlê êrişî balafirgehên Şam û Helebê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê balafirgehên Şamê û Helebê bombebaran kirin.

Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê her du balafirgehên balafirgehên Şam û Helebê yên wî welatî bombebaran kirin.

Hêzên parastinê yên asmanî yên hikûmeta Sûriyeyê jî bersiva êrişan da.

Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê her du balefirgehên Şam û Helebê ji kar ketine.

Heta niha artêşa Îsraîlê ti zaniyarî derbarê wan êrîşan de belav nekiriye.

Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê jî ragihand ku tîmên wan li her du balafirfehan lêkolînê li ser zerer û ziyanan dike.