HELEB – DAIŞ vekişiya û Artêşa Sûriyeyê cihê wan girt

12-10-2015
RÛDAW
Nîşan Sûriye DAIŞ Heleb
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Çekdarên DAIŞê bê ku şer bikin ji herêma gundê Kefertona û derdora çiyayê ‘Enter’ vekişyan û hêzên Artêşa Sûriyeyê ketin cihê wan.

 

Dijbereya Sûriyeyê ragihand, çekdarên rêxistina DAIŞê dest danîbûn ser gundê Kefertona û derdora çiyayê Enter li bakûrê bajarê Helebê ku çekdarên dijbereya Sûriyeyê rêbendên kontrolê lê danîbûn.

 

Li gor agahiyan, ji duh şevê ve çekdarên DAIŞê bêy ku ti şerî bikin ji deverên ku dest bi ser de girtbûn, ber bi paşve vekişiyan û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li wan cihan bicih bûn.

 

Ew yek di demekê de ye , ku Rûsya rojane bi dehan car cih û çeperên DAIŞê di nav axa Sûriyeyê de bombebaran dike.


Rûsya ji 30ê Îlonê ve dest bi operasyonên esmanî li dijî DAIŞê di nav axa Sûriyeyê de kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst