Li Helebê karsazên Efrînî xwendekar xelat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyeyê, karsaz û berhemkarên ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwendekarên serkeftî xelat kirin.

Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyeyê berhemkarên Efrînê di ahengekê de, 28 xwendekarên serkeftî yên bakaloriyayê (pola 12an) û pola 9an xelat kirin.

Amadekarên ahenga xelatkirinê, 18 xwendekarên bakaloriyayê û 10 xwendekarên pola 9an xelat kirin.

Di ahenga ku bi mûzîk û stranên Kurdî yên herêma Efrînê hat şênkirin, xwendekarên serkeftî xelatên xwe wergirtin.