Xelkê Ezaz û Elbabê ji kêmbûna derfetên kar nerazî ne

12-08-2019
RÛDAW
Nîşan Ezaz. Elbab Proje Nerazîbûn Tirkiye Opozisyona Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu bajarên Ezaz û Elbabê projeyênn cuda yên avedankirinê û xizmetguzariyan têne encamdan, lê ji ber hejmareke zêde ya xortan ji Tirkiyê ve bo kar çûne deverê, xelk ji kêmbûna derfetên kar nerazî ne.

 

Ezaz, ji sala 2016an ve, di çarçoveya operasyona Mertala Ferat de, kete jêr desthilata grûpên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Tirkiyê. Niha jî ji aliyê Tirkiyê ve, alîkariya wan hêz û encûmenên xwecihî yên bajaran tê kir û bi piştgiriya Enqereyê, avakirineke mezin li bajar tê dîtin û projeyên cuda têne cîbicîkirin.

 

Serokê Encûmena Xwecihî ya Ezazê, Mihemed Hemdan ragihand: "Tiştê ku pêwendiya wê bi navçeyên rizgarkirî yên li jêr destê Mertala Ferat heye, ew e ku encûmenên xwecihî xizmetguzariyê dabîn dikin, di demekê de ku ji aliyê ewlehî ve, Hêzên Polîs û Asayişa Giştî û Artêşa Niştimanî sînor diparêzin."

 

Bajarekî din, di çarçoveya Operasyona Mertala Ferat de, kete jêr desthilata hêzên nêzîkî Tirkiyê, ew bajarê Elbab bû.

 

Li wî bajarê parêzgeha Helebê jî, weke Ezazê, gelek projeyên alîkariya hikûmeta Tirkiyê têne cîbicîkirin.

 

Serokê Şaredariya Elbabê, Mistefa Osman jî dibêje: "Ji destpêka azadkirina Elbabê ve, me gelek proje li bajar cîbicî kirin. Me bermayên wêraniyê dane alî û me rê çak kirin. Piştre, me projeyên din ên weke boriyên avê û avrêjinê cîbicî kirin."

 

Cuda ji beşekî berfireh ji Sûriyê, li vî bajarî cîbicîkirina projeyan heye û rojane kolanên nav bajar jî têne pakirin.

 

Di heman demê de, li cihên cuda ji bajaran, dest bi çandina şitlan hatiye kirin û gelek xelk jî, ji cihên din hatine vê derê û li vê derê dijîn.

 

Omer Şerîf koçberekî ji Dêre Zorê ye, ew dibêje: "Encûmena Xwecihî ya Ezazê, ji encûmenên xwecihî yên salên bihorî cuda ye û gelek xizmetguzariyan pêşkêş dike. Kêşe li Ezaz û navçeyên din ên bakurê welat ew e, ku hejmareke gelek ji ciwanan ji Tirkiyê hatine û pêwîstiya wan bi kar heye."

 

Beşa mezin ji xaka Sûriyê, ketiye jêr desthilata hikûmetê, lê nêzîkî 30% ji xaka wî welatî, li jêr destê HSDê de ye û hêzên din jî hene ku hinek navçe li jêr kontrola wan in, ji wan jî hêzên nêzîkî Tirkiyê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst