REQA – Aş û firinên DAIŞê êdî ji bo gel kar dikin

12-08-2017
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Reqa Encûmena Sivîl DAIŞ
A+ A-

Reqa (Rûdaw) - Encûmena Sivîl a Reqayê, ji bo pêşiya vegera hemwelatiyan veke, li deverên kontrolkirî dest bi çêkirina hejmarek projeyan kiriye. Li gorî van projeyan di destpêkê de 40 aş û firinên ku berî mal û milkê çekdarên DAIŞê bûn, dê werin çalakkirin.

Li gel pêşveçûna şerê li dijî DAIŞê û kontrolkirina gund û bajarokên Reqayê, Encûmena Sivîl a bajêr êdî dest bi pêkanîna projeyên xizmetguzariyê dike.

 

Encûmena Sivîl a Reqayê, li gelek deverên rizgarî, weke gaveke pêşî, dest bi aktîvkirina 40 firin û aşan kiriye. Li gorî rayedarên Encûmena Sivîl, bingeha wan pojeyan semyanên DAIŞê bûn û niha weke “milkên dewletê” tên bikaranîn.

 

Şêwermendê Serokatiya Encûmena Sivîl a Reqayê Umer Elûş di vê derbarê de got: “Encûmena Sivîl heta niha xizmetên mezin pêşkêşî welatiyan kiriye. Weke mînak niha dest bi avakirina 40 firin û aşan kiriye û bi rêya 14 komîteyeke taybet, ava vexwerinê ji hemû deverên rizgarî re peyda dike. Em alîkariyên civaka navdewletî ji bîr nakin lê divê civaka navdewletî bi rola xwe baştir ra be.”

 

Li gorî gotina endamên Komîteya Mal û Milkên Dewletê, hemû mal û milkên di bin destê DAIŞê de bûn niha yên dewletê ne û tekez dikin, ku ne ji mafê tu kesî ye destê xwe bavêje wan milkan.

 

Endama Komîteya Milkên Dewletê ya Encûmena Sivîl a Reqayê Reşa Umer Hebûd diyar kir: “Komîteya me li ser serjimariya milkên dewletê kar dike, li hemû deverên rizgarkî li gundewarê Reqayê. Herweha em milkên ku di bin destê DAIŞê de bûn tomar dikin û niha ew milk di bin serperştiya Komîteya Mal û Milkên Dewletê de ne. Biryar li ser wan derketiye ku ne ji mafê tu kesî ye, destkariyê bike.”

 

Encûmena Sivîl a Reqayê li gor derfetên xwe li deverên kontrolkirî dest bi projeyan kiriye û ew li hêviyê ne ne ku Civata Navdewletî di avakirina wan herêman de alîkariyê bide wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst