Şandiyê NYê Geir Pedersen li gel Opozîsyona Sûriyê civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Îro şandiyê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen li gel Serokê Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî civiya.

 

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûrê Sûriyê, Hewas Egîd ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna Îro de, mekanîzmên komîteya destûr hatine gutûbêjkirin, û opozisyona Sûriyê dixwaze standina biryarê, di komîteya destûr de ji sedî 75 be.

 

Di derbarê kaxeza opozîsyonê de, Egîd da zanîn, ku ew pişta xwe bi heman kaxeza berê girê didin, ku ji bo De Mistura pêşkêş kiribûn.

 

Piştî serdana wî ya ji bo Moskow û Şamê, Şadiyê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedrsen ligel serokê Desteya Danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî civiya.

 

Endamê Desteya Danûstandinan ku hevdem endamê komîteya nivîsandina destûra Sûriyê ye, Hewas Egîd ji Rûdawê re ragihand, ku Pedersen û Nesir Herîrî mîkanîzimên komîteya destûrî gotûbêj kirin.

 

Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê ji şandiyê netewên Yekbûyî xwestiye ku serokayetiya komîteya destûrî hevbeş be û standina biryaran jî ji sedî 75 be.

 

Hewas Egîd eşkere kir, ku ew tekezî li ser %75 dikin, ji bo nûnerên hikûmeta Sûriyê di komîteya destûr de xwe ferz nekin û biryar bi lihevkirinê were standin.

 

Di derbarê 6 endamên komîteya destûrî de ku nakokî li ser hebûn, endamê komîteya nivîsandina destûr ji Rûdawê re da zanîn, ku ev pirsgirêk hate çareserkirin û li ser 4 kesayetî ji wan lihevkirin çêbûye.

 

Hewas Egîd ji Rûdawê re eşkere kir, ku 20ê vê mehê dê desteya danûstandinan ya opozîsyonê li Riyadê bicive û guhertinên dawiyê yên destûr gotûbêj bikin û di derbarê kaxeza opozîsyonê bo şandiyê netewên Yekbûyî de tekez kir, ku ew pişta xwe bi kaxeza ku berî niha ji Staffan De Mistûra re pêşkêş kiribûn, girê didin ku 12 xalên bingehîn yên prensîpên destûrî pêk tê.

 

Di her 12 salên ku desteya bilind li gor biryara Riyad-2 pêşkêş kiribûn, ji bo Kurdan tekezî li ser çareserkirina pirsa Kurd weke pirseke niştîmanî hatiye kirin, projeyên nijadperestî ku derheqê Kurdan hatibûn bicîkirin were rakirin û Komara Sûrî weke komareke fireh netewe û ol hatiye şirovekirin û li gor destûr îtîraf bi neteweya Kurd were kirin.