Şam: Li taxên dîrokî Cejna Remezanê bi awayekî taybet hat pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama kevn Cejna Remezanê di atmosfer û awayekî taybet de hat pîrozkirin.

Xelkê Şamê li bazara kevn, qehwexane û firoşgehên şîrînî dilxweşiya xwe ya li ser Cejna Remezanê anî ziman.

Şêniyê bi navê Ebû Riyad li ser pîrozbahiyên cejnê got:

“Li taxên Şamê yên kevn tu hest bi dilxweşiyeke taybet a cejnê dikî. Qerebalixiyeke zêde heye, rêya çûnûhatine û tevgerê di nav bazarê de zehmet e.

Xelk gelekî dilxweş e. Zilaman cilên nû kirîne û şîrînî ji bo cejnê hatiye amadekirin.”

Salên şerê navxwe yê Sûriyeyê, aboriya xirab û destengiya xelkê bandoreke zêde li dab û nerîtên Cejna Remezanê li welatiyên Sûriyeyê kiriye

Xelk nikare wan şîrîniyên ku di salên beriya şer de dikirîn niha bi hêsanî bikire.

Dikandarê bi navê Besam Mîdanî jî got:

“Nirxên şîrîniyên ku fistiq di nav wan de ne zêde giran in. Niha xelk bêhtir beraziq, xireybê û mamûla bi xurma dikire û dixwe.

Herwiha li malan jî rîçala pirteqal û narincan çêdikin da ku li nav corên şîrîniyan bi kar bînin û di rojên cejnê de bixwin.”

Li bazara kevn a Şamê di Cejna Remezanê de tevgera xelkê heta demjimêrên dawî yên şevê berdewam dike.

Derd û êşên xwe yên salên şerê navxwe bi rêya stran û semayên folklorî û kirîn û xwarina şîrîniyên taybet bi cejnê ji bîr dikin.