El-Nebwanî: Rejîm sedema aloziyên Siweyda ye


Hewlêr (Rûdaw)- Aloziya ku di her du rojên borî de li parêzgeha Siweyda li başûrê Sûriyê ku nişteciyên wê ji tayfeya Durzî ne, berdewam e lê ti şer û pevçûnên derneketine.

Berpirsê ofîsa ciwanan a Desteya Hemahengiya Niştimanî ku mîna opoz’syona hundir tê naskirin, Salih el-Nebwanî ji bajarê Siweyda ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku alozî di navbera şêxên tayfeya durzî û hêzên ewlehiya rejîmê de derketibûn.

Bi gotina El-Nebwanî, hêzên ewlehiyê jineke ku cil û bergên olî yên tayfeya durzî li ber xwe kiribûn, neçar kiribûn wêneya serokê Sûriyê Beşar Esed bilind bike û ev yek bibû cihê dilgiranî û nerazîbûna kesayetiyên olî yên durzî li bajarê Siweydayê.

El-Nebwanî diyar kir ku alozî bi awayekî sereke di navbera çekdarên alîgirên rejîmê û şêxên tayfeya durzî de derketin.

El-Nebwanî da zanîn ku li parêzgeha Siweyda hinek grûpên çekdar ser bi rejîmê ve hene û hinek grûpên din bi serê xwe çek hilgirtine da ku herêma xwe ji grûpên tundrew biparêzin, lê rejîm qebûl nake ti kes li derveyî îradeya wê çekan hilgire û bi gotina el-Nebwanî ev sedema sereke ye ku rejîm aloziyan derdixe holê.