Sûriye: Îsraîlê li Hema û Tertûsê êrîşî çend navendên leşkerî kir

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê êrîşî çend navendên leşkerî yên Hikûmeta Sûriyê yên li Hema û Tertûsê kirin.

Medyaya fermî ya Sûriyê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî belav kiriye ku îro di demjimêr 07:15an de, Artêşa Îsraîlê ji bakurê Lubnanê ve, êrîşî çend navendên leşkerî yên Hikûmeta Sûriyê yên li Misyafa Hemayê û gundewarê Tertûsê kiriye û di encamê de sê leşkerên Artêşa Sûriyê birîndar bûne, her wiha ziyaneke madî gihandiye.

Li gor heman çavkaniyan, Hêza Berevaniya Sûriyê rûbirûyî êrîşa Îsraîlê bûye û çend mûşek xistine xwarê.

Çavkaniyê leşkerî got, “Berevaniya me ya asmanî mûşekên êrîşkeran têk birin û hin ji wan xistin xwarê û di encamê de 3 leşker birîndar bûn û ziyanên madî jî çêbûn.”

Medyaya fermî cihên armanckirî diyar nekir lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan got ku deverên armanckirî cihên komên alîgirên Tehranê û navendeke lêkolînên zanistî ye.

Li ser pirseke derbarê agahiyên êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê de, berdevkê artêşa Îsraîlê ji AFPê re got, “Em nûçeyên di medyaya biyanî de şîrove nakin.”

Ev piştî bombebaraneke şeva Duşemê ya li ser Firokexaneya Helebê êrîş a duyem e di nav hefteyekê de li ser Sûriyê ku navendeke girîng bi rojan ji kar xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst