Navendeke Rûsyayê diyarî li zarokên bê dê û bav belav kirin

12-01-2024
RÛDAW
Navendeke Rûsyayê diyarî li zarokên bê dê û bav belav kirin
Navendeke Rûsyayê diyarî li zarokên bê dê û bav belav kirin
Nîşan Rûsya Sûriye Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Laziqiyê yê peravên Sûriyeyê Navenda Lihevahatinê ya Rûsyayê diyarî li zarokên bê bav û dayik belav kirin.

Navenda Lihevahatinê ya Rûsyayê diyarî li wan zarokên ku bav û dayikên xwe di şerê navxwe yê Sûriyeyê de ji dest dane belav kirin.

Sekreterê Navenda Lihevahatinê ya Rûsyayê ya Laziqiyê Cemal Xilas got:

“Em li vir, komeleya me bi sê erkan radibe. Zarokên ku bav û dayikên xwe ji dest daye, dibistana amadeyî û binkeya tenduristiyê.

Niha dostên me yên Rûsî hatine dilê zarokan xweş bikin, diyariyan li wan belav dikin. Em bi navê gelê Sûriyeyê spasiya wan dikin.”

Di destpêka her saleke nû de Navenda Lihevahatinê ya Rûsyayê çalakiyên xwe li nav komeleyên zarokên ku bav û dayikên xwe ji dest daye bi rêya rêkxistina şahî û ahengan pêk tîne.

“Me diyariyên sersalê ji wan re anîn”

Çalakvana Rûs Galina Repokhofayê anî ziman:

“Ev 35 sal in ez li vir im, ji sala 1988an ve. Em revenda Rûsî ligel navendê di warê pêşkêşkirina alîkariyan de dixebitin.

Em niha ligel zarokên ku bav û dayikên xwe ji dest daye re li Laziqiyê ne. Me diyariyên sersalê û alîkarî ji wan re anîne.”

Tevî ku Rûsya ji Îlona 2015an ve li ser daxwaza hikûmeta Sûriyeyê di warê serbazî de di şerê navxwe yê Sûriyeyê de beşdar e lê di heman demê de jî di warê civakî, rewşenbîrî û belavkirina alîkariyên mirovî de jî li çend parêzgehan ji bo wergirtina baweriyê çalakiyên xwe didomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst