Li Reqayê hevserokê encûmen û hikûmeta xwecihî hatin hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi mebesta damezrandina herdu encûmenên Zagonsaz û Cîbicîkar ji Reqayê re, Encûmena Sivîl a Reqayê civîna xwe ya duyemîn lidarxist û têde 2 hevserok ji Encûmena Zagonsaz re û 2 jî ji Encûmena Cîbicîkar a Reqayê re hilbijartin.

 

Duh li xwaringeha el Tac li nêzîkî filkeya El-Sae li nav bajarê Reqayê, Encûmena Sivîl a Reqayê civîna xwe ya duyemîn lidarxist û têde her yek ji Xalid Berkel û Nadiya El-Hemadê weke hevserokên Encûmena Zagonsaz a Reqayê hatin hilbijartin.

 

Herwiha di wê civînê de 3 cîgir jî ji hevserokên Encûmena Zagonsaz a Reqayê re hatin hilbijartin, ku ew encûmen weke parlamantoyeke xwecihî ye.

 

Di civîna Encûmena Sivîl a Reqayê de, her yek ji Leyla Mistefa û Ebid Hamid el Mihbaş jî weke hevserokên Encûmena Cîbicîkar a Reqayê hatin hilbijartin, ku ew encûmen jî weke hikûmet û civata wezîran a xwecihî li Reqayê dê bixebite.

 

Biryar e di heftiya li pêş de jî Encûmena Sivîl a Reqayê civîneke din lidar bixe, û têde desteyên herdu encûmenên Cîbicîkar û Zagonsaz ava bike û cîgirên Encûmena Cîbicîkar jî hilbijêre.

 

Pêdeçûn: Sîna Soma