Gora Hafiz Esed hat şewitandin
Hewlêr (Rûdaw) - Gora Hafiz Esedê bavê Beşar Esed a li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê hat şewitandin.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.
Çekdarên HTŞyê gora Hafiz Esed, serokê berê yê Sûriyeyê û bavê Beşar Esed şewitand.
Dîmenên şewitandina gora Hafiz Esed li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Gora Hafiz Esed li bajarokê Qerdahayê yê parêzgeha Laziqiyeyê ya li rojavayê Sûriyeyê bû.