Nûnerê Opozîsyona Sûriyê: Xelkê Girê Spî û Serê Kaniyê ne Kurd in
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Opozîsyona Sûriyê li civînên Kazaxistanê, îtîraf bi wê dike ku li Girê Spî û Serê Kaniyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve dizî kirine lê îddîa dike, “Xelkê wan navçeyan Ereb in.”
Li Nur Sultana paytexta Kazaxistanê, gera 14mîn a civîna garantorên Sûriyê birîve çû. Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî jî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Kurd kirin rojeva wê civînê û ji nûnerê opozîsyona Sûriyê pirsî, “Hûn dixwazin Sûriyeke nû ava bikin, lê ew hemû navçe, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, ku grûpên we yên çekdar derbasî wan navçeyan bûne, lê grûpên çekdar li wan navçeyan dest bi talan û diziya xelkê kirin û dest danîne ser malên xelkê li Efrînê û demografya wê guhertine û heman tiştî li Serê Kaniyê û Girê Spî kirine, niha xelk nikarin vegerin ser malên xwe, wê çawa xelk bi we bawer bikin, wê çawa Kurd bi we re kar bikin ku endamtiya xwe jî ligel rawestandine?”
Nûnerê Şanda Opozîsyona Sûriyê li Nur Sultanê Ehmed Tuma jî li vê pirsê îdda kir, “Ez dixwazim ji te re tekez bikin ku agahiyên te li gor çavkaniyên ne naskirî , ne rastin.Ezmûna heyî tişta ku te gotiye red dike, li Efrînê rewş aram e û karê sivîl li wê navçeyê dimeşe. Di derbarê Til Ebiyed û Ras El Eyin, ev tomet ne rastin, ji xwe Til Ebiyed û Raseleyin xelkê wê ne Kurd in. Tişta ku tê gotin ku xelk ji wir têne derxistin ev ne raste.”
Nûnerê opozîsyona Sûriyê, bicihkirina koçberan li herêmên Kurdî weke, ‘vegerandina koçberan’ binav kir û got, “Bi rastî ev pirsyar hişt ku ez jî bersivê bidim, eger vegerandina koçberan bi wataya guhertina demografyayê tê , gelo tu çi navekî li rewşê dike dema ku ew navçe di destê PYDê de bû ku navê pêkvejiyana aştiyane lê dikirin? Gelo proseya bi koçberekirina xelkê pêkvejiyana aştiyane ye û vegerandina xelkê guhertina demografyayê ye? Datayek li cem min heye, 30 hezar kes vegeriyane malên xwe, ez ne bawerim xelk hatibin derxistin.”
Serokê Şanda Opozsîyona Sûriyê îdîa kir ku ji sedî 96ê Girê Spî û Serê Kaniyê Ereb in û got, “Navçeya di navbera Til Ebiyed û Raseleyin bi temamî Erebî ye, ji sedî 96ê xelkê wê Ereb in, ev serjimêrî ye li cem rêjîm û opozîsyon û gelek aliyan heye. Ji sedî 96 Ereb in û yên mayî jî aşûrî, Şîşan û Sûryan in.”
Ehmed Tuma, proseya bicihkirina koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê weke, "Rastkirina proseya guhertina demografyaya navçeyê” pênase kir.
Serokê Şanda Opozîsyona Sûriyêherwiha got, “Dema ku ji aliyê PYDê ve binpêkirin çê bû, Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî navê tawanên şer lê kiribû. Ev raportên Amnesty û HRW li ser eneternêtê hene, derbarê guhertina demografya navçeyê, biçekdarkirina zarokan, ev raport ji aliyê rêxistinên navdewketî ve derketine û ne ji aliyê opozîsyonê ve.”
Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê, “Gelo hûn raportên nû yên rêxistinên navdewletî red dikin, heman rêxistinên ku hûn behsa wan dikin û dibêjin, tawanên şer ji aliyê grûpên çekdar ve pêk hatiye û êxsîr û jin kuştine, hûn van agahiyan red dikin?” Ehmed Tuma îddîa kir, “Em ti karekî ne mirovî red dikin, mûameleya zarokên me ji artêşa artêşa heta astekî pir bilind mirovî bû, alîkariya xelkê kirin, rê ji wan re vekirin vegerin cihên xwe, xulimê nehitin û aramiyê bicîanîn. Ew amade ne bi cidî ligel hemû pêkhateyên sûrî kar bikin, ji bo ku rewşa van navçeyan ji zulim û koçberiya ku dîtibû aram bibe, em dibînin vegera Sûriyan, vegera penaberane û gaveke başe ber bi çareseriya siyasî ve. Vegera ti penaberekî sûrî vegereke rewa ya û nabe bê gotin ku ew guhertina demografyayê ye.”