Xelkên navçeya Hecîn ji ber şer direvin

11-12-2018
Loloxan
Li navçeya Hecîn a rojhilatê Ferat welatî koçber dibin
Li navçeya Hecîn a rojhilatê Ferat welatî koçber dibin
Nîşan HSD YPG Dêrezor Hecîn Koçber DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Di dema ku li herêma Hecîn şer giran dibe, rêjeya koçberiyê jî bilintir dibe, xelk neçar dibin ji şer birevin û berê xwe bidin deverên aram.

 

Li bakurê Hecîn, Encûmena Sivîl a Dêrezorê kampeke nû bi navê Xeranîjê j koçberan re ava kiriye.Koçberên ku HSD wan rizgar dikin, li wê kampê bi cîh dibin.

 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Operasyona Bagera Cezîrê ya dijî DAIŞê li Hecîna Dêrezorê berdewam dikin, şerên giran li Hecînê diqewimin.

 

Li herêma Hecînê DAIŞê gelek xelkên deverê kirin mertalên şer û vê yekê wiha kir ku ku şervanên YPG-HSDê bi piştîvaniya hevpeymaniya navdewketî xelkên dîlgirtî ji destê DAIŞê rizgar bikin, û piştre wan li kampeke derdora bajarokê Xeranîj bicîh bikin, lê kamp ji hemû pêdiviyên jiyanê bêpar e.

 

Kesekî rizgarbûyî wiha dibêje: “"Em hawara xwe dighînin rêxistinên mirovî, pêdiviya me bi xwarin, av û her tiştî heye, tenê li vê derê ewlekarî heye, ev der baştir e ji kampa Hecîn."


Kampa Xeranîjê li çoleke vala hatiye avakirin û berpirsên Encûmena Sivîl a Dêrezorê hevkariya koçberan dikin, lê ji ber hejmara zêde ya koçberan ew jî hawara xwe dighînin rêxistinên mirovî daku alîkariya bilez bigihînin kampê.


Seroka Komîteya Jinê ya Dêrezorê jî got: “Ez Seroka Komîteya Jinê ya Cîbicîkar a Dêrezorê me, em hatine kampa Xeranîj, me pêdiviyên jinan anî ne, herwiha me ambulansek jî aniye, rewşa kampê terajedîk e.  Xelk birçî ne, em daxwazê ji rêxistinên mirovî dikin daku alîkariya kampê bikin."


Li gor daxuyaneyeke HSDê piştî şerekî dijwar dijî çekdarên DAIŞê wan karî nexweşxaneya Hecîn ji destê wan derxînin, lê berî ku çekdarên DAIŞê birevin nexweşxane teqandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst