Eniya Îslamî dest danî ser deriyê Bab el-Hewa

 

Hewlêr (Rûdaw)- Eniya Îslamî ya ku di meha borî de di navbera çend grûpên îslamî li Sûriyê hat avakirin, dest danî ser deriyekî sînorî yê bi Tirkiyê re li bakur Rojavayê Sûriyê.

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku duh çekdarên Eniya Îslamî li Sûriyê navendên “Ketîbe û Lîwayên Şuhda a Sûriya” û “Ketîbeyên el-Farûq” li deriyê sînorî yê Bab el-Hewa li parêzgeha Idlibê kontrol kirin.

Li gor daxuyaniya wê rêxistinê, piştî ku Eniya Îslamî deriyê Bab el-Hewa kontrol kir, Tirkiyê sînor ji aliyê xwe de girt.

Deriyê Bab el-Hewa di bin kontrola çend grûpên girêdayî Artêşa Azad de bû û navendên gelek ji wan grûpan li nêzîk derî hebûn.

Eniya Îslamî di 22yê mijdarê de hat avakirin û armanca wê hilweşandina rejîma Beşar Esed û avakirina dewleteke îslamî li Sûriyê ye.