Şûnwarên dîrokî yên Sûriyê di pêşnagehekê de hatin nîşandan

11-11-2021
RÛDAW
Li Idlibê hejmarek hunermendên Sûrî pêşangehek ji bo nîşandana şûnwarên dîrokî yên welatê xwe saz kirin.
Li Idlibê hejmarek hunermendên Sûrî pêşangehek ji bo nîşandana şûnwarên dîrokî yên welatê xwe saz kirin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Idlibê yê Sûriyê pêşangeheke şûnwarên dîrokî bi navê “Bîra Cîhanê” hat lidarxistin, di pêşangehê de berhemên dîrokî yên li bajarên cuda yên Sûriyê hatin nîşandan.

Komek ji hunermendên Sûriyê di hefteya borî de li Idlibê pêşangehek saz kirin û tê de modelên biçûk ên bermahiyên welat û deverên kevnar nîşan dan. Di nav berhemên hunerî yên ku hatin pêşandan de şanoya amfî ya Bosra li Deraa, Keleha Helebê û Mizgefta Emewiyan jî hebûn.

Besam Kahfazan yek ji hunermendên beşdar di pêşangehê de dibêje, “Armanca pêşangehê ew e ku girîngtirîn deverên kevnar li Sûriyê werin nîşandan. Di nava berhemên hunerî yên herî girîng de ku me çêkir, şanoya amfî ya Bosra li Deraa, Keleha Helebê, Mizgefta Umewiyan û bermahiyên Palmîra bûn.”

Pêşangeh ji aliyê rêxistineke mirovî ve ku li bakurê rojavayê Sûriyê kar dike, hat lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî pêşangeha bi navê "Bîra Cîhanê" bûn, ku li parkekê li Idlib hat sazkirin.

Piraniya cihên arkeolojîk ku di vê pêşangehê de hatine nîşandan, rastî gelek destdirêjiyên mîna kolandinên veşartî, êrîşên esmanî û topbaranê hatine. 

Îman Nebû dibêje, “Piraniya cihên arkeolojî ku di vê pêşangehê de hatine nîşandan, rastî gelek destdirêjiyên mîna kolandinên veşartî, êrîşên esmanî û topbaranê hatin. Wek mînak, Palmîra çend caran di bin kontrola DAIŞê û hêzên rejîmê de bû, vê yekê gelek zirar gihandiye şûnwarên wê yên dîrokî.”

Ji Adara 2011an ve ku aloziya li Sûriyê dest pê kir, bi hezaran berhemên dîrokî yên li wî welatî bi riyên qaçax bo derve hatin şandin.

Kesên serdana pêşangeha mînyatorî dikin dibêjin ku ew xwe weke  "mînyatûr" dibînin, ji ber ku paşmayên dîrokî û cihên arkeolojîk ji seranserî welêt di cihekî de hatine komkirin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst