Sûriyeyiyek bû welatiyê Tirkiyeyê: Parlamenteriya wî hat betalkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Sûriyeyê bi hinceta ku bûye welatiyê Tirkiyeyê biryara betalkirina parlamenteriya kesekî da.

Li gorî rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Sûriyeyê qedexe ye ku parlamenter bibin welatiyên welatekî din.

Li gorî nûçeya SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê, doh Parlamentoya Sûriyeyê bi serokatiya Hemûdê Sebah civiya û parlamenteriya Parlamenterê Helebê Şadî Dibsî hat betalkirin.

Parlamenteriya Şadî Dibsî li gorî madeya 243yan a rêziknameyê hatiye betalkirin.

Hat diyarkirin ku Şadî Dibsî bi wergirtina welatinameya Tirkiyeyê bûye sedem ku parlamenteriya Şadî Dibsî were betalkirin.

Li gorî rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Sûriyeyê, eger parlamenter yek ji şertên namzediyê winda bikin, parlamento dikare bi piraniyê biryara betalkirinê bide.

Biryar di nava 7 rojan de divê ji Dadgeha Destûrê re were ragihandin.

Heger di encama lêkolîna Dadgeha Destûra Bingehîn û lêpirsînê de were dîtin ku şert û mercên namzediyê hatine binpêkirin, parlamenterî bi fermî betal dibe.