Feysel Miqdad: Em li bakur rojhilatê Sûriyê nêzikî serkeftinê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dibêje, ew nêzikî “serkeftineke din” bûne li herêmên di bin kontrola HSDê de û bang li Tirkiye û Amerîkayê jî kir ku serbazên xwe vekişin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, hebûna serbazî ya Amerîka û Tirkiyê û Yasaya Qeyser, ji rojnameya Weten a Sûriyê re axivî.

Tirkiyê jibilî bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, li herêmên Idlib, Cerablûs, Bab û gelek deverên din ên Sûriyê hejmareke zêde ya serbazên xwe bicih kirine û piştgiriya çekdarên opozisyona Sûriyê dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê têkildarî vê mijarê dibêje, “Dem hatiye Tirkiye serbazên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştî bi dawîanîna dagirkeriyê ji bo misogerkirina peywendiyên asayî, piştgiriya çareseriya bike.”

Feysel Miqdad, serdana Serokê Sûriyê Beşar Esad a ji bo Rûsyayê wek baştirîn serdan nîşan da û û got, “Heta vê rojê serdana herî baş bû. Em ji ber çend sedeman baweriyê bi dostên xwe tînin. Di serî de girêdayî merca Neteweyên Yekbûyî, pîvanên navdewletî û di siyaseta navdewletî de berbendbûna piralî ne. Ya duyem jî li dijî terorîzmê baweriya wan bi çalakiyan heye. Moskow di tekoşîna terorê de piştgiriyeke bêsînor dide me.”

Miqdad li ser hebûna serbazî ya Amerîkayê jî got, “Ji bo Amerîkî ji welatê me biçin gelek rêyên me yên qanikirinê hene, ji ber wê pêşniyara min ew e; berî wendahiyan bidin bila biçin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê di wê hevpeyvîna xwe de behsa Rojavayê Kurdistan û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî kir.

Feysel Miqdad rewşa li herêmê HSD û Rêveberiya Xweser “gelek hêsan” binav kir û got, “berjewendiyên Sûriyê berovajî berjewendiyên Amerîkayê ne.”

Her li ser vê mijarê Miqdad gef xwar û got, “Gelek rêyên me hene ku dê Amerîkiyan razî bike ku ji welatê me derkevin, ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku ew bê windahî derkevin, dewleta Sûriyê li ber gihiştina destkeftiyeke din e li bakur rojhilatê Sûriyê.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê, “dagirkeriyên Tirk û Amerîkî û yasaya Qeyser” wek sê pirsgirêkên sereke yên li ber hikûmeta Sûriyê binav kirin û bi gotina wî yasaya Qeyser ku Amerîkayê bi ser Sûriyê de sepandiye, “berevajî yasayên navdewletî ye û dibe sedema hejarbûna xelkê.”