Sûriye: Kurd serxweş bûne

11-10-2017
RÛDAW
Nîşan Şam Kurd Piştgirî Amerîka Welîd El Muelîm
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El Muelîm ragihand, ku li ser kontrolkirina deverên petrolê, hêzên Kurdan di hewldanên têkoşîna li dijî artêşa Sûriyê de ne, lê ewê rê nedin tiştekî bi vî rengî biqewime.

 

Welîd El Muelîm li Rûsyayê bajarê Soçiyê piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov konferanseke rojnamevaniyê pêk anî.

 

Muelîm di axavtina xwe de got: “Kurd gelek baş dizanin ku Sûriye bi ti awayî rê nade serweriya wê were binpêkirin.”

 

Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha diyar kir: “Piştgirî û alîkariya Amerîkayê, Kurd serxoş kirine. Lê divê fêm bikin ku ev piştgirî dê heta hetayê berdewam nebe.”

 

Beriya şerê navxweyî, ji sedî 25ê dahata welatê Sûriyê, ji petrolê dihat.

 

Beşeke giring a qadên petrolê yên Sûriyê li bakurê rojhilatê wî welatî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst