TAYBET / Rûdaw derbasî nav Dadgeha DAIŞê bû - Li wir biryara serjêkirin û îdamkirinê derdiket

11-09-2016
RÛDAW
Rûdaw li Cerablusê çû nav Dadgeha DAIŞê
Rûdaw li Cerablusê çû nav Dadgeha DAIŞê
Nîşan Rûdaw Cerablus DAIŞ Dadgeha Şerîetê ya DAIŞê
A+ A-

Cerablus (Rûdaw) – Piştî derxistina Cerablusê ji destê DAIŞê, kameraya Rûdawê derbasî nav vî bajarî bû û dîmenên Dadgeha Şerîetê ya DAIŞê kişand, ku tê de biryarên îdamkirin û serjêkirina mirovan dihat dayîn.

 

Bo yekemîn car piştî kontrolkirina Cerablusê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û hin komên ser Artêşa Azad a Sûriyê ve, tîma Rûdawê derbasî nav Cerablusê bû.

 

Tîma Rûdawê serdana avahiya Dadgeha Şerîetê ya DAIŞê li nav bajarê Cerablusê kir û dîmenên girtîgeha DAIŞê, jûrên dadgehê û herwiha cihê ku DAIŞê li wir xelk îdam yan jî serjê dikir, tomar kir.

 

Weke ku di dîmenan de derdikeve, di nav Dadgeha Şerîetê ya DAIŞê de, çend zîndan hene ku ji bo îdamkirin û îşkencekirina xelkê sivîl dihatin bikaranîn.

 

Herweha hîn jî belgeyên xelkê sivîl, weke nifûs û tapoyên mulkan di nav odeyekê de parastî mane.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Cerablusê di nav avahiya Dadgeha Şerîetê ya DAIŞ de, ku ji wir biryarên îdamkirinê derdiket, agahiyên zêdetir radigihîne.

 

Rêxistina DAIŞê bi wê yekê tê naskirin, ku eger her cihekê kontrol bike yan jî bixwaze ji cihekê paş ve vekişe, piraniya avahiyên wê derê bi bombe dike.

 

Avahiya Dadgeha Şerîetê ya DAIŞê li bajarê Cerablusê her weke xwe maye û ji ber wê yekê jî Rûdawê ew pirsyar ji kesekî ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve kir û wî di bersivê de got, ku avahî hatibû bombekirin, lê belê ji aliyê pisporên bombe û mayînan ve ew bombe hatin pûçkirin.

 

Li gorî agahiyên ku Rûdawê li nav Cerablusê bi dest xistin, dadwer, karmend û çekdarên ku li ofîsên avahiya Dadgeha Şerîetê ya DAIŞê dixebitin, di encama operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya bi navê Mertala Firatê de ji Cerablusê derketin.

 

Rûdawê herwiha bi rêya aliyên ku niha Cerablusê kontrol dikin, ew zanyarî jî bi dest xist, ku ti kesê DAIŞê li wê dadgehê nehatiye girtin û hemûyan xwe rizgar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst