Piraniya rêxistinan alîkariyên xwe yên ji bo koçberên Sûriyeyê birîne

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistinên navdewletî êdî alîkariya koçberên Kurd û Sûriyeyî nakin.

Kampa Sehlet El-Benatê yan jî weke tê binavkirin Kampa Yunanî, ji dehan kampên li navçeyên Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînakek e.

Şêniyên kampê, wek şêniyên kampên din, ji ber rewşa xwe ya zehmet û kêmbûna alîkarî û xizmetguzariyan gazinan dikin.

Zarok bi berdewamî nexweş in”

Koçbera Sûriyeyî Rehme El-Hemûdê li ser rewşa koçberan got:

“Zarok bi berdewamî nexweş in. Di hefteyê de 2-3 caran em wan dibine cem bijîşk, navçûn û vereşîn heye. Derbasî bin kon bibe û bibîne lê nayê rûniştin.

Em bi yek carî jibîrkirî ne. Ne madeyên pakkirinê, ne alîkarî, tu rewşa kampê dizanî û te dîtiye. Herwiha konên di ser me re ji nav çûne.”

Debara jiyanê li wan kampan gelekî zehmet e.

"Xelk jî di zibil û gilêşê de dixebitin"

Koçberê Sûriyeyî Şikûre Mihemed jî got:

“Ne alîkarî hene û ne tiştek. Bi taybetî me, me ti alîkarî wernegirtine.

Xelk jî di zibil û gilêşê de dixebitin, kelûpelan tînin ji bo wan bifiroşin, ji bo nan, xwarin û xerciya xwe peyda bikin.”

Bi dehan kampên jibîrkirî hene ku rewşa wan gelekî xirab e

Li deverên Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dehan kampên heremekî yên jibîrkirî hene ku rewşa şêniyên wan gelekî zehmet û xirab e.

Berpirsê Kampan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed li ser çareseriyê got:

“Li ser komkirina van kampan danûstandineke Rêveberiya Xweser hebû. Armanca wê ew e ku rêveberî û rêxistinên mirovî çi ji aliyê tendirustiyê û çi ji aliyê mirovî ve be, karibin rewşa mirovî ya heyî çareser bikin.”

Bi gotina Şêxmûs Ehmed derdora 150 hezar koçberî li 16 kampên fermî bi cih bûne lê kampên heremekî bi deh hezaran koçber li xwe digirin.

Li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovî, pêgehên heremekî jî ji sedî 79ê kampên koçberan ên li Reqayê pêk tînin.