DÊREZOR – DAIŞê êriş kir, 23 leşker kuştin

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Dêrezor DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Badiyeyê ya Meyadîna Dêrezorê çekdarên DAIŞê minibuseke artêşa Sûriyeyê kir armanc.

Di encama êrişê de 23 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn. 

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên DAIŞê doh êvarî li Badiyeyê êrişî minibuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di encama êrişê de 23 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûn.

7ê Tebaxê jî 10 leşker hatibûn kuştin

Çekdarên DAIŞê 7ê Tebaxê jî li bajarokê Medan Etîqê yê Reqayê êrîşî hêzeke artêşa Sûriyeyê kiribû û di encamê de 10 leşker hatibûn kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023an û heta niha, li Badiyeya Sûriyeyê çekdarên DAIŞê 210 leşker û çekdarên Sûriyeyê û 157 sivîl kuştine.

Herwiha 20 çekdarên DAIŞê jî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û firokeyên Rûsyayê ve li heman navçeyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst