Lubnan dê komîteyeke sê alî ji bo vegerandina Sûriyan ava bike

11-08-2022
RÛDAW
Nîşan Lubnan Vegerandina Koçberan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karûbarên Koçberan yê Lubnanê ragihand, ew kar li ser avakirina komîteyeke sê alî ji bo vegerandina penaberan ji Sûriyê dikin.

Wezîrê Karûbarên Koçberan yê Lubnanê Îsam Şeref El-Dîn ragihand, ji bo vegerandina paneberên Sûrî yên li Lubnanê, ew kar li ser avakirina "komîteyeke sê alî" dikin ku ji Lubnan, rêjîma Sûriyê û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî pêk tê.

Her wiha diyar kir ku ew dê di demeke nêzîk de ji bo vê pirsgirêkê serdane Sûriyê bike.

Wezîrê Karûbarên Koçberan yê Libnanê li ser hûrgiliyên planê destnîşan kir ku dê li gor şiyana Sûriyê  bibe û her meh 15,000 penaberên ji gund û taxên ewle wê bên vegerandin.

Îsam Şeref El-Dîn amaje bi wê yekê jî kir ku wan peywendî bi saziyên navdewletî re jî ji bo veguhestina penaberên siyasî bo welatên sêyem kiriye.

Îsam Şeref El-Dîn li ser helwesta Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a derbarê plana Lubnanê, diyar kir ku UNHCR di destpêkê de pêşwaziya wê pêşniyarê kir lê bi hinceta ku ewlehî li Sûriyê nîne, helwest û biryara dawî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst