HELEB – Firokeyên Sûriye û Rûsyayê bombe barandin û 20 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeyeke Helebê ji aliyê firokeyên Rûsya û Sûriyê ve hat bombebarankirin û herî kêm 20 kes hatin kuştin. Opozisyona Sûriyê jî daxwaza destêwerdaneke navdewletî ya bilez kir.

 

Îtîlafa Opozisyona Sûriyê daxuyeniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku di encama bombebarana navçeya Urum el-Kubra a li rojavayê Helebê de herî kêm 20 kes hatine kuştin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bombebaran ji aliyê firokeyên şer ên Rûsya û hikûmeta Sûriyê ve hatiye kirin û li gel kuştiyan bi dehan kes birîndar bûne.

 

Li gorî daxuyaniyê di heman demê de bajarokên Temanihe, Letamine, Teh, Seraqib û Xan Şêxûn jî hatine bombebarankirin.

 

Itîlafa Opozîsyona Sûriyê dibêje; “Niha hêzên rejhîmê û yên rûsî bi tundî êrîşî gundên Heleb, Idlib û Hemayê dikin.”

 

Herwiha daxwaz dike ku Encûmena Asayîşa Navdewletî bilez gavan bavêje daku “ev tawan û komkujî” li Sûriyê bidawî bibin.