Muzexaneya Meeret El-Nûman ji ber şer û erdhejê wêran bûye

11-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Muzexaneya Meeret El-Nûman ji ber şer û erdhejê wêran bûye
Muzexaneya Meeret El-Nûman ji ber şer û erdhejê wêran bûye
Nîşan Şer Erdhej Muzexaneya Meetet El-Nûman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bakurê Rojavayê Sûriyê bi şûnwarên xwe navdar e, gelek cihên şûnwarî hene, li bajarê Meeret El-Numan muzexaneya wê ku ji ber şer û erdhejê wêran bibû, niha ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve tê nûjenkirin.

Di erdheja 6ê sibata îsal de ziyaneke zêde gihiştibû wê muzexaneyê, li gorî berpirsên Hikûmeta Sûriyê, tê pêşbînîkirin ku karê qonaxa yekem ê çakkirina wê muzexaneyê 8 mehan dirêj bike.

Piştî ziyanên ku bi sedema şer û erdhejê gihiştin mûzexaneya Meerret El-Uiman li Sûriyê, Rêveberiya Şûnwarên Idlibê û Desteya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyan, ku ser bi hikûmeta Sûriyê ne, dest bi karên çaksazkirin û nûavakirina Muzexaneya Meerret El-Nuiman kiriye.

Rêveberê Şûnwarên Idlibê Xazî El-Elo got, “Gewlek ziyan gihiştin vê avahiyê, hinek beşên wê derizîn, bi taybetî aliyê rojahilat û aliyê bakur û rojava, parçeyên hinek beşan û serban jî ketin. Di serban de jî bi sedema topên ku bi ser de ketin gelek şikestin heye, bi heman awayî erdhejê ziyan gihande beşekî mezin jî.”

Di erdheja 06ê Sibata bûrî de jî, ziyan gihiştin wê mûzexaneyê, û tê pêşbînîkirin qonaxa yekem ji karê çaksazkirinê heşt mehan dirêj bike.

Endazyarê serperiştyarê karên çaksaziyê Hazim Çerkes anî ziman, “Me dest bi daxistina aliyên ziyandîtî kir, çi bi sedema şer be yan jî bi sedema erdhejê be. Beşên ku serizîne yan dikin bikevin, hatin daxistin. Piştre careke din hatin avakirin. Li şûna kevirên windayî jî, kevirên weke wan hatin danîn, êdî li gorî mercên teknîkî yên Rêveberiya Şûnwar û Muzexaneyan, proseya çaksazkirin û nûavakirnê hate kirin.”

Ev muzexane ya ku bi navê (Muzexaneya Murad Çelebî Paşa) naskirî ye, sala 1564ê zayînê, li ser destê (Murad Çelebî Paşa), nivîskarê deftera sultanê Osmanî, hatibû dirustkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst