Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Sûriyê Beşar Esed biyrar da ji bo fermanberên sivîl û leşkerî yên dewletê alîkariya darayî were dayîn.
Li gor Serokatiya Komara Sûriyê, Beşar Esed îro Sêşemê 11ê Nîsanê bi biryara hejmar 5 a sala 2023 biryar da ku 150,000 Lîreyên Sûrî (nêzîkî 20 Dolarên Amerîkî) alîkariya darayî pêşkêşî fermanberên dewletê were kirin.
Biryara Esed ji 6 bendan pêk tê û têde hatiye gotin, ku Wezîrê Darayî yê Sûriyê dê talîmatên taybet ên ji bo cîbicîkirina biryarê derxîne.
Di biryarê de hatiye gotin ku ew alîkariya darayî fermanberên dewletê yên sivîl û leşkerî û herwiha fermanberên xanenişîn (teqawît) ên leşkerî û sivîl jî li xwe digire, herwiha ew alîkarî ji bac û risûmatan hatiye efûkirin.
Serokatiya Komara Sûriyê destnîşan kiriye, ku biryar di rojnameya fermî ya dewletê de tê belavkirin û ji roja derketina biryarê ve tê cîbicîkirin.
Ji sala 2011an ve şerekî navxweyî li Sûriyê heye ku heta niha bi dawî nebûye û ji ber wî şerê demdirêj krîzeke mezin a aborî, darayî û mirovahî li wî welatî heye.
Li gor amarên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî, ji ber 12 sal şerê navxweyî yê li Sûriyê, zêdeyî %90 ji niştecihên wî welatî di bin xeta hejariyê de dijîn.
Li gor wan amarên fermî, 12 milyon kes ji xelkên Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyan heye û 3 milyon kes ji xelkê Sûriyê jî metirsiya birçîbûnê li ser wan heye û pêwîstiya wan bi alîkarariyên xwarinê yên bilez hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse