Dorpêça li ser taxên Kurdan ên Helebê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê berdewam e, û Hêzên hikûmeta Sûriyê nahêlin ard derbasî herdu taxên Kurdan bibe. Asayişa Rojava li çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo hêzên xwe zêde kirin.

Dorpêça li ser taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji aliyê hikûmeta Sûriyê berdewam e.

Serokê Encûmena taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mihemed şêxo ji radyoya Rûdawê re ragihand ew dorpêç bi fermana Şamê hatiye danîn û got: “Bi riya van dorpêçan dixwazin tevilheviyê di nava van taxan de çêkin.”

Mihemed şêxo anî ziman ku xelik di rewşeke zehmet de derbas dibe  ku 200 hezar mirov di nava van taxan de ne, derman pir kêm in, madeyên sûtemeniyê û ard nînin.

Şêxo herwiha got eger rewş wiha bimîne dê rewşa keresat be.

Di dawiyê de Serokê Encûmena taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê got,  wan gelek bangawazî kirine, lê kes bersiva bangewaziya wan nade.

Ev demek dirêj e ku her carê hikûmeta Sûriyê li gor kêfa xwe dorpêçê datîne û radike.

Ji 13 meha Adarê ve, Rêbenda Cizîrê li Şêx Meqsûd bi tundî ji aliyê hêzên ewlehyê û Firqa 4 ve hatiye girtin û ji wê demê ve nahêlin kîloyek ard jî derbas bibe.

Li Qamişlo jî asayîşa Rêveberiya Xweser li Çargoşeya Ewlekariyê hêzên xwe zêde kirine.