Îtîlafa opozisyona Sûriyê bû du parçe

11-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesên ji Îtîlafê Sûriyê hatine dûrxistin daxuyaniyek bi navê Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî- Şepêla Çaksaziyê (Teyar El Îslah) belav kirin, û di daxuyanyê de gotin di nava Itîlafê de grûpekê li dijî wan derbe çêkirin.

Hejmarek kesayetiyên opozîsyonê ji Itîlafê cuda bûn û di nava Itîlafa nû de “Teyar El Îslah” de cih girtin.

Teyar El Îslah, ku ji Itîlafê cuda bûye, dibêje ew dixwazin hemû xelkê Sûriyê bizanibe di nava Îtîlafê de çi çêdibe.

Teyar El Îslah herwiha di wê daxuyaniyê de dibêje, ew grûpa ku niha dest daniye ser Îtîlafê qebûl nakin û ew dê gendeliya di îtîlaf û Hikûmeta demkî de heye hemû eşkere bikin û ew dê rewatiyê ji serokatiya Itîlafê ya niha bistînin serkirdayetiyeke nû hilbijêrin.

Berî niha Serokê Itîlafê Salim Mislit 18 endam û berpirs ji nava xwe derxistibûn.

Nûnerê ENKS di Îtîlafê de Ebdulbasit Hemû got, ew piştgiriya çaksaziyên serokê Itîlafê Salim Muslit dikin û tu piştgiriya grûpa ku cuda bûye nakin.

Îtilafa Niştîmanî ya hêzên Şoreş û opozisyona Sûriyê ku ji hemû aliyên siyasî Ereb, Kurd, Aşûrî û Turkmanî pêk tê, di Mijdara 2012ê de hatiye damezrandin. Di heman salê de 24 welatên Erebî û biyanî itêraf bi Itîlafa Sûrî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê kirin, lê niha li gor Itîkfê bi xwe tenê 3 welat itîrafê bi wan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst