Galeriya wêneyan

11-04-2018
20 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Li Sûriyê derketina çekdarên Ceyş El-Îslam anko Artêşa Îslamê û malbatên wan ji bajarê Duma yê Xûteya Rojhilat berdewam e.

Piştî danûstandinên wê grûpa çekdar a opozisyona Sûriyê li gel Artêşa Rûsyayê, çekdarên wê grpûpê tevî malbatên xwe bi otubusan ber bi bajarên El-Bab û Cerablusê li bakurê Sûriyê tên veguhastin, ku ew her du bajar di bin kontrola grûpên opozisyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê de ne.

Nêzîkî du salan e ku Xûteya Rojhilat a li derdora Şam a paytexta Sûriyê di bin dorpêç û bombebaraneke berfireh a hêzên hikûmeta Sûriyê de ye û di encama wan bombebaranan de bi hezaran kes hatine kuştin û bi hezarên kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha di van çend rojên dawîn de bajarê Dumayê rastî êrişeke bi çekên kîmyayî jî hat, ku di encamê de bi dehan kesên sivîl, ku piraniya wan jin û zarok bûn, canê xwe ji dest dan.