Li Helebê bi sedan malbat li nav park û cadeyan dimînin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 6 rojan ji erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, heta niha bi sedan malbat li Helebê li nav park û cadeyan dimînin.

Dîmenên xelkê di bin konan de û di nav otomobîlan de ji bajarê Helebê gihiştine Rûdawê. Hinek nişteciyên Helebê xwe li navendên vehewandinê girtine, lê ew navend têra hejmareke mezin ji xelkê nakin.

Dîmenên sêgoşeya di navber taxa Eşrefiyê, Siryana Nû û parka Eşrefiyê de yên bajarê Helebê ku duyemîn bajarê herî mezin ên Sûriyê ye, ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Bi sedan xelkê bajêr heta niha ji tirsa erdhejê yan jî bi sedema têkçûna avahiyên wan li jêr kon û di nav otomobîlên xwe de dirazên.

Hinek nişteciyên Helebê xwe li navendên vehewandinê girtine. Hin rêxistinên xêrxwazî alîkariyên mirovî bo wan pêşkêş dikin.

Li navenda bajarê Hesekê, li çargoşeya Ewlehiyê ya hikûmeta Sûriyê kampanyaya berhevkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên erdhejê li Helebê û parêzgehên din dest pê kiriye.

Rêveberê Rêxistina SOTê Hesen Şemhûd got: “Li ser fermana birêz Parêzgar berdewam in tevî rewş û nîrên zehmet, em li parêzgehê berdewam in û deriyên ofîsên me vekirî ne li pêş wergirtina alîkariyan. Ji bilî pereyên next gelek kelûpel jî hene û keresteyên hawarçûnê hene ku dê bên rêkxistin ji aliyê rêxistin û komeleyên ciwan ên bi molet ve da ku bi şêweyekî dirust bên şandin."

Rêxistinên xwecihî, saziyên olî û kesayetiyên Hesekê kereste û pereyan li vê navndê behev dikin û ji navçeyên ziyandîtî re dişînin.

Rêveberê Dermangefa karûbarên Civakî Ibrahîm Xelef jî got: “Di vê rewşa niha ya ku parêzgehên wêran tê de dijîn li welatê me yê xweşevîst, komeleyên xêrxwazî û rêxistinên xwemalî û desteyên olî yên kenîseyî li gel xelkê xêrxwaz beşarî dirêjkirina destê alîkariyê ji bo xwîşk û birayên me yên ziyandîtî bûne. Gelek pereyên next ji aliyê van komele û desteyan vehatine pêşkêşkirin. Herweha gelek kereste û kelûpel jî hatine pêşkêşkirin.”

Li bajarê Helebê bi hezaran niştecî derbider mane. Gelek avahî ji aliyê tîmên şarederiya bajêr ve îşareta daxistinê li ser wan hatiye danîn. Dibistan û navendên ku ji nişteciyan re hatine veqetandin têra hejmara mezin nakin.