Aloziya li Siwêda; rejîmê hêzeke zêdetir şand

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê hêzeke mezin şand bajarê Siwêda ku dikeve başûrê wî welatî. Ji 5 rojan ve, bê rawestan, xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li Siwêdayê berdewam in.

`Hikûmet bûye hikûmeta bacwergirtinê`

Salih el-Nebwanî, siyasetmedar û aborînas ji parêgeha Siwêda ji Rûdawê re got, ev çalakî li dijî biryarên ne dirust ên hikûmeta Sûriyê tên kirin û hêvî kir ku ev çalakî li tevahiya navçeyên Sûriyê belav bibin.

Siyasetmedar Salih Nebwanî, dibêje, “Çalakiyên ku niha li Siwêda çêdibin derbirîne di ber rewşa aborî û ya jiyana xelkê ya zehmet e ku gelê Sûriyê derdê wê ji ber biryarên ne dirust ên hikûmetê dikişîne. Hikûmet bûye hikûmeta bacwergirtinê ne ku hikûmeta xizmetkirinê.”

Sedema alozî û xwepêşandanan

Salih Nebwanî hêviya xwe tîne ziman ku “ev çalakî tevahiya navçeyên Sûriyê li xwe bigire, ji bakur heta başûr, û ji rojhilat heta rojava da ku daxwaza başkirina rewşa aborî bê kirin da ku ji bo gelê Sûriyê guncav be.”

Roja 6ê vê mehê, li hember biryara hikûmeta Sûriyê bi betalkirina kerta zîrek a piştevaniyê ji bo keresteyên sereke yên xwarinê li Sûriyê, xwepêşandaneke nerazîbûn, li bajarê Siwêda destpê kiribû û roj bi roj çalakiyên nerazîbûnê li nav parêzgeha ku piraniya nişteciyên wê Dirûz in, belav bûn.