DAIŞê li wî bajarî televîzyon qedexe kir!

11-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Kobanî (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê li bajarokê Minbicê yê Sûriyê, ji xelkê bajêr re temaşekirina televîzyonê qedexe kir.

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê nahêlin xelkê bajarokê Minbicê yê Sûriyê li televîzyonê binêrin û agahdarî nûçe û bûyeran bibin.

Hat gotin ku çekdarên rêxistinê li malan digerin û televîzyonan kom dikin û dişkênin.

Minbic ketiye navbera bajarên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê lê bi fermî girêdayî bajarê Helebê yê Sûriyê ye.

Herî dawî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, bendava Tişrînê, ku li kêleka bajarokê Minbicê ye, ji destê DAIŞê derxistibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst