Li Zîndana Seydnayayê xebatên lêgerînê didomin: ‘Ne ti hal e!’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şama paytexta Sûriyeyê lêgerîna li girtiyên Zîndana Seydnayayê yên di binê erdê de didome.

Xelk û karmendên lêgerînê li cihê herî tirsnak, li hêviyekê digerin.

Bi hêviya dîtina bav, dayîk, xwişk û birayan, xelk li Zîndana Seydnayayê kom kiriye.

Zîndana Seydnayayê 30 kîlometreyan li bakurê Şamê dikeve.

Xwişka girtiyekî Zîndana Seydnayayê got:

“Ez li birayê xwe digerim. Berî şeş salan hat girtin. Ji 2018an ve girtî ye.

Ji bo ku em wî bibînin me gelekî hewl da lê tiştek bi dest me neket.

Her ji me re dihat gotin ku ew ne li vê derê ye.

Ti binke û fermangehek nema ku me lê nepirsî, piştre wan ji me re got, ew miriye lê me bawer nekir.

Lewma em hatine vê derê bi hêviya wê yekê ku bi saya Xwedê em wî bibînin.”

Bêhna mirin û xwînê ji her quncikekî Zîndana Seydnayayê tê.

Hemû derî li ber çavan hatin şikandin û bi hezaran zîndanî hatin berdan.

Gumana xelkê heye ku di jêrzemînan de jî odeyên veşartî hebin.

Yek bi tevr û bêrê binê zindanê dikole, yên din jî bi hêviya dîtina navekî yan nîşaneke li ser xoşewîstên xwe li nav rûpelên tomarên aloz digerin.

“Ev ne ti hal e”

Birayê girtiyekî Zîndana Seydnayayê anî ziman:

“Birayê min ji 2013an ve winda ye. Navê wî Mihemed Siûd e, Filistînî ye.

Bi tohmeta ku ew endamê Hemasê ye, wan bi ser mala wî de girt.

Ji wê demê ve em tiştekî li ser nizanin.”

Tê gotin ku beşa Zîndana Sor sê qatan di bin erdê de ye.

Beşek ji girtiyan bi dehan salan li Zîndana Seydnayayê di bin şkenceyê de mane û ne haya wan ji şev û rojê hebû û ne jî ji demsalên salê.

Dîtina nîşan û çarenivîsa zîndaniyên Zîndana Sor ne hêsan e, ji ber ku girtî ne bi navên xwe wekî kod hatine tomarkirin.

Bavê girtiyekî Zîndana Seydnayayê jî da zanîn:

“Hestê min çawa be? Çi ji te re bibêjim? Here li dayika wî binere. Tûşî hemû nexweşiyan bûye.

Em dê li çi bigerin? Ev ne ti hal e. Biraziya min û birayê min jî winda ne.”

Çavkaniyên xwecihî nîşan didin ku, piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê ji sala 2011ê heta 2021ê bêhtirî ji 30 hezar zîndanî hatine îdamkirin.

Ew girtiyên li Zîndana Seydnayayê bûn, piştî bêhêvîbûna ji azadiyê, mirineke aram hêviya wan a herî mezin bû.

Destpêkê Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand, eger hêzên ewlehiyê yên rejîmê çekên xwe dayînin, ew dê wan efû bikin lê piştî ku çîrokên diltezîn ên vê zîndanê bûne rojeva medyaya cîhanê biryar hat dayîn ku efû karmend û hêzên ewlehiyê yên Zîndana Seydnayayê li xwe negire.