Di mûşekbarana artêşa Sûriyeyê de 5 sivîl hatin kuştin

10-12-2023
RÛDAW
Di mûşekbarana artêşa Sûriyeyê de 5 sivîl hatin kuştin / Wêne: SOHR
Di mûşekbarana artêşa Sûriyeyê de 5 sivîl hatin kuştin / Wêne: SOHR
Nîşan Mûşekbarankirin Îdlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê di mûşekbarana artêşa Sûriyeyê de 5 sivîl hatin kuştin.

Hêzên rejîma Sûriyeyê gundewar û nav bajarê Îdlibê cihên ku sivîl lê dijîn mûşekbaran kirin.

Di encama mûşekbaranê 2 jê zarok 5 sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Birîndar li nexweşxaneya bajarê Îdlibê tên dermankirin.

“Li Îdlibê tawaneke nû dijî sivîlan tê kirin”

Endamê parastina sivîlan Ebdullah Seîd got, "Li Îdlibê tawaneke nû dijî sivîlan tê kirin.

Hêzên hikûmetê herêmên sivîlnişîn ên li bajarê Îdlibê bi 12 mûşekan kirin armanc.

Tîmên Parastina Sivîlan bi hawara wan ve çûn. Birîndar veguhastin û cenazeyên şehîdan rakirin.

Li gorî tîmên Parastina Sivîlan 35 birîndar û 5 şehîdên me hene. Herwiha hejmara wan zêde dibe."

Li gorî Parastina Sivîlan, hêzên hikûmetê bajarê Sermînê yê li rojhilatê parêzgeha Îdlibê jî kiriye armanc.

Di encama wê mûşekbaranê de jî kesekî canê xwe ji dest daye û 33 kesên din jî birîndar bûne.

Çekdarên Tehrîr el-Şamê 7ê Kanûna Pêşîna 2023yan, li rojavayê Helebê bi dronan êrişî baregeheke hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kiribû û di encamê de 11 leşker û efser hatibûn kuştin.

Desteya Tehrîr El-Şamê ku Îdlibê kontrol dike, di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst