Artêşa Sûriya Azad bo Rûdawê: Hêzên me dest bi ser 70 hezar hebên Kabtagon de girtin

10-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûriyeya Azad ragihand ku hêzên wan li navçeya Tinif dest danîne ser 70 hezar hebên Kabtagon û şewitandine.

Berpirsê Ofîsa Ragihandina Artêşa Sûriyeya Azad Evdulrezaq el Xidir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku piştî beşa îstixbarata artêşê zanyarî derbarê operasyoneke qaçaxiya bi madeyên hişber de wergirtine wan ew operasyon pûç kiriye.

El Xidir eşkere kir ku hêzên wan dest danîne ser 70 hezar hebên Kabtagon ku qeçaxçî bi nêt bûn wan bibin Urdûn û welatên Kendavê.

Berpirsê Ofîsa Ragihandina Artêşa Sûriyeya Azad diyar kir ku ew hebên hişber bi amadebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatine şewitandin û jinavbirin.

El Xidir da zanîn ku di nav mehekê de, ev sêyemîn operasyona jinavbirina hewlên qeçaxiya bi madeyên hişbir e ji aliyê hêzên wan ve.

Dîmenên taybet ji Tinifê bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst