Hêzên Sûriyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine

10-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Firqeya Çarem a artêşa Sûriyê, herdu taxên kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê xistine bin dorpêçeke tund û rê nadin mazot derbasî wan herdu taxan bibe.

Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyên xwecihî bidest xistine, hêzên hikûmetê, ji mehekê ve, rê nade ku mazot bigihêje hejmarek gund û bajarokên li gundewarê bakurê Helebê.

Rêveberiya Xweser  Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokraîtk (HSD), di nav de jî, 5 kampên Herêma Şeheba (Fafîn, Serdem, Veger, Koçer û Şehba) ku bêhtirî 140 hezar koçberên Efrînê li wan deveran dijîn.

Ev yek di demekê de ye ku sermaya zivistanê destpê kiriye û nirxê her lîtrek mazot ji hezar lîreyên Sûrî bûye 7 hezar û 500 lîreyan.

Nirxê yek bermîl mazot bigihêje derdora milyon û 500 hezar lîreyên Sûrî û nirxê lîtrek benzîn jî gihiştiye 10 hezar lîreyan.  Elektirîk jî 3 demjimêran di rojê de heye.

Ji çend salan ve, gelek caran hêzên Firqeya Çarem a artêşa Sûriyê, dorpêçê li ser wan tax û navçeyan tund dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst