Li Mizgefta Umewî ya Şamê rojbûna pêxemberê Îslamê hat pîrozkirin

10-10-2022
Loloxan
Li Mizgefta Umewî ya Şamê rojbûna pêxemberê Îslamê hat pîrozkirin
Li Mizgefta Umewî ya Şamê rojbûna pêxemberê Îslamê hat pîrozkirin
Nîşan Mizgefta Umewî Şam Robûna Pêxember
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mizgefta Umewî ya li Şama paytexta Sûriyê tevî krîza aborî û derencamên şerê navxwe xelkê bajar bi kom berê xwe dan mizgeftê daku roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê pîroz bikin.

Rêveberê Ewqafa Gundewarê Şamê Dr. Xidir Şehrûr got "Îro roja dilxweşiyê ye bi Pêxemberê Xwedê silavên Xwedê lê bin. Îro roja jidayikbûna dilovanî, mirovatî û hezkirinê ye. Pêxember ew ronahiya ku li hemû cîhanê veda ye. Lewra xelk ji hemû alî û cihan berê xwe dane mezintirîn mizgefta Şamê, ev mizgeft hejmareke zêde ya xelkê li nav kom dibin. Bi vê helkeftê şîrînî li bazaran tê belavkirin, tevî rewşa şer, karesat û nexweşiyan, xelk vê helkeftê pîroz dikin."

Li nav mizgefta Umewî, xelk li sirûd û lavijên taybet bi roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê ji aliyê tîmên olî ve guhdar dikin. Piştî bidawîbûna ahenga li nav mizgeftê, xelk diçin nav bazarên Şama kevin şîrînî û xwarinên taybet bi vê helkeftê werdigirin û dixun.

Nişteciyê Şamê Ziyad Xetîb diyar kir "Em niha li bazara Meydan in, bazara şîrînî, xelk daketine şîrînî dixun, ji ber helkefteke zêde pîroz heye, em zêde dilxweş in bi roja jidayikbûna Pêxemberê şerefmend."

Li gor dîroknasên Sûriyê, ji dawiya sedsala sêyemîn a koçî ve ahenga pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê li Mizgefta Umewî ya Şamê destpê kiriye û berdewam e, lewra her sal di 12ê meha Rebî Ewwel de roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, xelkê Şamê û li seranserê Sûriyê wê rojê bi rêya dab û nerîtên taybet pîroz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst