Hêzên Rûsya û Sûriyeyê Îdlib bombebaran kir: ‘Em rojane 50-100 carî dimirin’

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Îdlib Sûriye Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdlibê ji ber bombebarana artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê pêleke koçê dest pê kir.

Li navçeya Cebel Zawiyeyê ya Îdlibê, ji ber bombebaranên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yên bi piştevaniya firokeyên şer ên Rûsyayê pêleke koçê dest pê kir.

Ev pêla koçê ber bi bakurê Îdlibê ve ye.

“Em rojane 50-100 carî dimirin”

Welatiyekî Sûriyeyî bi vî awayî behsa rewşê kir:

"Wan duh Balyon şewitand û 60 mûşek li pey hev li bajarok barandin. Hinek kes derbider bûn û hinek kes jî di bin bombebaranê de man.

Dema mirov dimire dizane roja wî hatiye. Em rojane 50-100 carî dimirin.

Derbiderbûn ne tiştekî asan e. Debara me li ser berhema hejîran e. Em niha zevî û rizqê xwe dihêlin daku canê xwe rizgar bikin."

Zêdeyî 8 hezar û 500 kesî koçber bûne

Li gorî Saziya Parastina Sivîlan ango Kumsipiyan, ji destpêka îlonê ve ji ber bombebarana hêzên hikûmetê û firokeyên Rûsyayê zêdeyî 8 hezar û 500 kesî ji navçeya Çiyayê Zawiyê derbider bûne.

Herwiha metirsî heye ev hejmar zêde bibe.

“Êriş bûn sedema koçberiyê”

Endamê Parastina Sivîlan Husam El-Şêx jî diyar kir ku ji ber êrişan pêleke mezin a derbiderbûnê ji herêma başûrê Îdlibê dest pê kiriye û got:

“Dever aram bû. Xelkê xwe ji bo komkirina hejîran amade kiribû. Êriş bûn sedema derbiderbûneke zêde. Niha jî sala xwendinê dest pê dike, dê bandoreke zêde li sîstema xwendinê bike."

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku piştî ku grûpên çekdar êrişî navçeyên aram û hêzên hikûmetê kir, hêzên wan neçar bûne bi hevkariya firokeyên Rûsyayê êrişî eniya Milacê ya li başûrê Îdlibê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst