Nûnera MSDê ya Misirê: Tirkiye metirsiyên mezin li ser ewlehiya Ereban çê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Wezaretên Derve yên welatên ku endamê Komkara Erebî ne hat lidarxistin û hat diyarkirin ku hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê û çend welatên din  yên Erebî bi ne rewa bi nav kir û teqezî li ser vekişandina Hêzên Tirkiyê kir. Nûnera MSDê got, “Berdewamiya Tirkiyê bi vî rengî metirsiyên mezin li ser ewlehiya Ereban çê dike.”

Komîteya Wezarî ya Erebî ya ser bi Komkara Erebî di 6ê Îlona 2022an de civîna xwe ya asayî saz kir û li ser naveroka wê civînê daxuyaniyek belav kir.

Komîteya Wezarî ya Erebî di daxuyaniya xwe de got, “Em ji berdwamiya hebûna leşkerî ya Tirkiyê li ser axa çend welatên Erebî û destwerdana wê di karûbarên wan welatan de dilgiran in. Hebûna hêzên Tirkiye li Sûriyê, Iraq û Lîbya ne rewa ye, divê Tirkiye bilez û bê merc hêzên xwe ji wan welatan vekişîne. Em guhertina demografî li çend navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de weke Bakurê Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.”

Komîteya Wezarî ya Erebî ya ser bi Komkara Erebî her wiha anî ziman, “Em daxwazê ji Tirkiye dikin ku rêzê li mafê Sûriya û Iraqê yên derbarê pişka wan ji avê bigire û dirustkirina bendavan rawestîne.”

Li ser daxuyaniya Komkara Erebî, Nûnera Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) ya Misirê Leyla Mûsa beşdarî bultena Rûdawê bû.

Nûnera Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) ya Misirê Leyla Mûsa got, “Ev ne cara yekem e ku Komkara Erebî daxuyaniyeke wisa dide lê pêşî li dagirkerî û destwerdana Tirkiyê li herêmê nagire, kêm jî nekiriye. Heta niha di asta daxuyaniyê de maye lê em bihêvî ne ku vê carê helwesteke cidîtir hebe li ser mijarê.”

Komîteya Wezarî ya Erebî ya ser bi Komkara Erebî her wiha di daxuyaniya xwe de anîbû ziman ku girîng e ku Hikûmeta Tirkiye alîkar be bo wergirtina rêkarên pêwîst ji bo rûbirûbûna çekdarkirin û veguhestina çekdar û terorîstan di navbera welatên Erebî de.

Leyla Mûsa diyar kir ku welatên Erebî ji nêzikatiya Tirkiyê û grûpên çekdar ên tundrew nerazî ye.

Leyla Mûsa li ser nêzikbûna Tirkiyê û Sûriyê jî anî ziman, “Ew zemînê baweriyê yê ku wan nêzikî hev bike heta niha tune ye, li ser vî esasî em dibînin ku ji bo têkiliyê ti gav pêş de nehatin avêtin. Berdewamiya Tirkiyê bi vî rengî metirsiyên mezin li ser ewlehiya Ereban çê dike.”

Leyla Mûsa her wiha diyar kir ku guhertina demografiyê metirsiyê li ser ewlehiya herêmê dike û Komkara Erebî ji vê jî nerazî ye.