Li Reqayê amadekarî bo sala nû ya xwendinê tên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Reqayê amadekarî ji bo sala nû ya xwendinê têne kirin. Perwerdeya Reqayê bi derfetên xwe dixwaze beşekî dibistanan, ku ji ber şerê DAIŞê ziyan dîtibûn, ji xwendekaran re amade bike. Li gorî heman çavkaniyê, li hinek cihên dûr, wan xanî kirê kirine, ji bo ku wan bikin dibistan.

Bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê, xwe ji bo sala nû ya xwendinê amade dike. Perwerdeya bajar bi şiyaneke kêm hewl dide, beşekî ji wê wêraniya ku dibistanan ji destê şerê DAIŞê dîtiye qerebû bike.

Cîgirê Serokê Komîteya Perwerdeyê Yûsif Mihemed dibêje: “Sala borî komîteya perwerde û fêrkirinê li rojavayê Reqayê rûbirûyî kêmbûna dibistanan bû, ew yek jî ji ber şerê dijî DAIŞê bû. Piraniya dibistanan hatibûn wêrankirin. Lewra me çend xanî kirê kirin, daku cihên dibistanan bigirin, tevî ku kêmbûna xizmetguzariyên fêrbûnê di wan de heye, û pêdiviyên xwendekaran peyda nakin.”

Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî, şerê navxwe yê Sûriyê zêdetirî 3 milyon xwendekar ji proseya xwendinê bêpar kirine, herwiha ji tevahiya 3 hezar û 300 dibistanên welat, nêzîkî nîvê wan wêran bûne, di nav de jî dibistanên Reqayê.

Berdevkê komîteya giştî yê perewerdeya Reqayê, Mihemed Hemlaq jî got: “Nivîsingeha bajar dest bi bikaranîna 5 dibistanan kir, herwiha komîteya perwerdeyê berî desrtpêkirina sala nû ya xwendinê wan dibistanan amade dike. Hinek cihên dûr hene ku dibistan li wan nînin, me li wan cihan xanî peyda kirine, daku cihên dibistanan bigirin.”

Sala 2014ê, DAIŞê parêzgeha Reqayê kontrol kir, û di Cotmeha 2017ê de HSDê bi piştîvaniya Amerîkayê bajarê Reqayê ji destê DAIşê derxist, piştre Encûmena Sivî a ser bi Rêveberiya Xweser bi dehên projeyên xizmetguzariyê li parêzgehê cîbicî kirin.