Rojnameya BILD: Esad sirgûnî Moskowê tê kirin?

10-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Dusseldorf (Rûdaw) - Li gor rojnameya almanî BILD, Amerîka û Rûsya ligel nûnerên rêjîma Beşar Esed di nav danûstandinên li ser siberoja Sûriyê de ne. Mijara sereke ya danûstandinan hevpeymaniya li hemberî DAIŞê ye.

Li ser zarê dîplomatên payebilind, rojnameya BILD eşkere kiriye ku di plana ji bo siberoja Sûriyê de cîh ji bo Beşar Esed nîne, ji ber wê divê ew ji Sûriyê bê sirgûnkirin û bi îhtimala mezi, berê wî bidin Moskowê.

Li gor rojnameya BILD, siyasetmedarê amerîkî Michael Doran - ku berê karmendê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê û endamê Desteya Ewlekariya Netewî bû, Rûsyayê di bidestxistina aştiyeke li Sûriyê de weke hevpeyman nabîne û li gor Doran, Rûsya tenê dixwaze berjewendiyên xwe li herêmê biparêze.

Di van demên dawî de tê gotin ku Rûsya çalakiyên xwe yên leşkerî li Sûriyê berfirehtir dike û Rûsya komeke leşkerên xwe şandiye Sûriyê û îhtimal heye ku Rûsya bêtir leşkeran bişîne jî.

 

Li ser armancên Rûsyayê ji şandina wan leşkeran nezelalî heye û Amerîkayê, Rûsya ji ber vê yekê hişyar kiriye û dilgiraniya xwe ji vê yekê nîşan daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst