Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Ukraynayê li Lubnanê Ihor Ostash di hevpeyvînekê de li gel Medyaya Navendî ya welatê xwe Rûsya bi dizîna genimê Ukraynayê tohmetbar kir.
Ostash diyar kir ku 87 keştî bi veguhestina genimê Ukraynayê tohmetbar in, wan keştiyan genim ji navçeyên Ukraynî yên di destê Rûsyayê de dizîne û bo welatên din birine ku yek ji wan welatan Sûriyê ye.
Hefteya borî keştiya Laodicea ya Sûriyê ku ji Rûsyayê birêketibû, bi tohmeta dizîna genimê Ukraynayê, li ser daxwaza balyozxaneya Ukraynayê li Lubnanê li bendera Terablusa Lubnanê hatibû desteserkirin. Piştî çend rojan ji lêkolînan careke din hat berdan.
Balyozê Ukraynayê li Lubnanê Ihor Ostash li ser mijarê anî ziman, “Ez ê ji keştiya Laodicea ya Sûriyê dest pê bikim. Bila her kes bizanibe ku ev sîstemeke tawankariyê ye, genimê Ukraynayê tê dizîn. Ji bo Tirkiyê, Sûriyê, her wiha ji bo welatên din ên Rojhilata Navîn tê birin. Lê bi vê plana tawankariyê hêzên Rûsî yên dagirker li Ukraynayê keştiyên Sûrî, Rûsî û yên din bikartînin. Bi giştî 87 keştî li ser lîsteyê ne, yên ku genimê Ukraynayê didizin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse