Serkirdeyekî DAIŞê li ser motorsîkletê hate kuştin

10-07-2023
Loloxan
Serkirdeyekî DAIŞê li ser motorsîkletê hate kuştin
Serkirdeyekî DAIŞê li ser motorsîkletê hate kuştin
Nîşan Heleb DAIŞ CENTCOM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva derbasbûyî li gundewarên bajarokê Raiî yê li bakurê rojhilatê Heleba otombêlek teqiya di encamê de 5 welatiyên sivîl hatine kuştin, 3 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha li bajarokê Bezzaa, di navbera Minbic û Babê yê li rojhilatê Helebê jî droneke Amerîkayê serkirdeyekî DAIŞê ku li ser matorsîkletê bû bombebaran kir.

Kumsipî Hesen Mihemed Ebû Selah got “Êvara Yekşemê 9ê Temûzê teqînek nêzîkî bajarê Raî çêbû li gundewarê rojhilatê Helebê li ser rêya gundê Şawa, tîmên me berê xwe dan cihê teqînê, ew jî otomobîleke bombekirî bû, ku li nêzîkî cihekî mîkanîka otomobîlan teqiya ye, di encam de 5 kesan canê xwe ji dest dane, di nav wan de zarokek heye û 3 kesên din jî birîndar bûne.”

Li bajarokê Bezzae di navbera bajarên Minbic û Babê de li rojhilatê Helebê, li gor Fermandariya Navendê ya Amerîkayê (CENTCOM) droneke wan serkirdeyekî DAIŞê li ser mîtorsîklekî kiriye armanc.

Şahidhal Ehmed Şêx dibêje “Em gehiştin cihê bûyerê piştî bihîstina dengê teqînê bi nîv demjimêrê. Zilamek bi 4 mûşekan hatibû armanckirin û yek jî ne teqiya bû. êrîş bi dronê bû. Zilam perçe perçe bûye. Berî du sê rojan firokeyên Rûsya li asmanê navçeyê bûn, hevdem firokeyeke Amerîkayê jî çavdêriya navçeyê dikir, dibe ku ev zilam dişopand, îro ew kir armanc.”

Li gor Navenda Cisûr a Lêkolînan, navçeya Mertala Feratê wate bakur û rojhilatê Helebê ku di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ser bi Tirkiye ve ne, ji çend salan ve ji ber nebûna navendeke yekbûyî ya asayîşê ji dest kiryarên kuştinê, teqîna otomobîl û mîtorsîklan dinale.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst