Berdevkê Heyeta Tehrîr El-Şam hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Sûriyê başûrê parêzgeha Îdlibê bombebaran kirin û di encam de berdevkê fermî yê Heyeta Tehrîr el-Şam, ango El-Nusreya berê, hat kuştin.
Li gorî çavkaniyên Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan (SOHR) , îro sibehê di êrîşeke esmanî de, berdevkê fermî yê Heyeta Tehrîr el-Şam, Ebû Xalid el-Şamî jî di nav de herî kêm 8 kes li navçeya Cebel el-Zawiye, li başûrê Îdlibê hatin kuştin.
Li gor heman çavkaniyê, êrîşa esmanî ji aliyê balafireke Rûsyayê ve hatiye kirin û di êrîşê de, Ebû Misheb, berpirsê hevahengiya ragihandina Heyeta Tehrîr el-Şam jî hatiye kuştin.
SOHR diyar kir, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe ji ber ku hejmara kesên birîndar ya nehatiye piştraskirin hene.
Herweha artêşa Sûriyê li navçeya Cebel el-Zawiye çendîn dever bi topbarankirineke giran kirine armanc.
Heyeta Tehrîr el-Şam, ango El-Nusreya berê şaxa el-Qaîde ya Sûriyê ye. Grûp bi giranî li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne çalak e û ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin û parêzgeha Îdlibê kontrol dike.
Heyeta Tehrîr el-Şam di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê de ye.