Dijberê ji Xaça Sor daxwaze cîbicîkirina rêkeftina Hemayê kir

Navenda Nûçeyan - Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî daxwaz ji Xaça Sor kir ku cîbicîkirina rêkeftina Zindana Hemayê misoger bike.

Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereya Sûrî daxwaz ji Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor kir ku cîbicîkirina rêkeftina derbarê Zindana Hemayê misoger bike.

Endama Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî Suhêr Etasî ragihand ku "Ji bilî beşekî hindik ji rêkeftinê cîbicî nebû. Her mangirtin jî berdewam e."

Navbûrî eşkere kir ku nabe doza girtiyan, weke ku rejîma Sûriyê dixwaze, dabeş bibe.

Etasî ji dewletên serperitşyarên danûstandinên Cenêvê xwest ku guşarê li ser rejîma Sûriyê bikin ji bo ku Xaça Sor a Navdewletî weke aliyekî misogerkirina cîbicîkirina rêkeftinê.

Girtiyên Zindana Hemayê daxwaz kirin ku di destpêkê de nexweş û temenmezin serbest bêne berdan, lê hikûmeta Sûriyê pabendî bi vê yekê nekir.

Her li gorî ragihandina Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî, tenê hikûmeta Sûriyê 21 kes berdane.