Şeş roj in firinên taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji kar ketine

10-04-2022
RÛDAW
Xelkê Taxa Şêx Meqsûd li dijî dorpêçên hêzên Hikûemta Sûriyê xwepêşandan kirin.
Xelkê Taxa Şêx Meqsûd li dijî dorpêçên hêzên Hikûemta Sûriyê xwepêşandan kirin.
Nîşan Heleb Kurd Taxa Şêx Meqsûd Sûriye Dorpêç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Hikûemta Sûriyê dema şeş rojan e ku taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku taxeke Kurdan e, bi tevahî dorpêç kirine û rê nadin ti kelûpel bi taybet kelûpelên xwarinê derbasî taxê bibin. Ji ber wê yekê jî niştecihên taxê xwepêşandan kirin û daxwaza rakirina dorpêçê kirin.

Ev 6 roj in ku hêzên Hikûmeta Sûriyê taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê li bakurê wî welatî dorpêç kirine.

Xelkê Taxa Şêx Meqsûd li dijî dorpêçan xwepêşandan kirin û daxwaz kirin hêzên Hikûmta Sûriyê rê bidin barhilgirên kelûpelan derbasî taxa wan bibin.

Ji ber dorpêça hêzên Hikûmeta Sûriyê, nirxê kelûpelan li wê taxê bilind bûye.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, ew 6 roj in firinên taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji ber nebûna ard ji kar ketine û nirxê yek rebte nanê siyahî ku 5 nan têde ne, bi 3 hezar û 500 lîreyên Sûrî ye û nanê normal jî 6 nan bi 2 hezar lîreyan e.

Şêx Meqsûd mezintirîn taxa Kurdan li bajarê Helebê ye û piraniya Kurdên ku li wir dimînin ji Efrîn û Kobanî ne.

Du rêbendên sereke yên taxa Şêx Meqsûd hene, û rêbendek jî li taxa Eşrefiyê ye.

Rêbenda ku têre xwarin derbasî Şêx Meqsûd dibe navê wê El-Cezîre ye, rêbenda din jî Ewarid e. Herdu rêbend jî di destê hikûmetê de ne.

Dema 6 rojan e ku ew 6 rêbend ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bi temamî hatine girtin û xwarin têre derbas nabe.

Berî şerê Sûriyê nêzîkî 600,000 Kurd li bajarê Helebê diman ku piranî li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dijiyan, lê ji ber şerê navxweyî hejmarek ji wan koçber bûne.

Piraniya partiyên Rojavayê Kurdistanê, li wê taxa mezin karê siyasî kirine.

Di dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê de, şerekî mezin li wê taxê çê bû, hinek grûpên çekdar ên weke Cebhet El-Nusre dest danîn ser beşekî taxê û beşek jî kete destê hêzên hikûmeta Sûriyê, lê paşê taxa Şêx Meqsûd û taxa Eşrefiye ya Helebê ketin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Niha taxa Şêx Meqsûd di bin destê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst