Artêşa Azad: Em ê rêka derketinê ji xelkê Şêxmeqsûd re peyda bikin

Navenda Nûçeyan – Hêzên çekdar ên ser bi Artêşa Azad ve ku taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bordûman dikin, îdia kirin ku “PYD sivîlan weke meralên mirovî bikat tinê.” PYDê dibêje ew xelkê dixapînin û dixwazin taxa Şêx Meqsûd kontrol bikin.

Hêzên çekdar ên ser bi Artêşa Azad ve di daxuyaniyekê de ragihandin ku ewê riyên derketinê ji bo sivîlan dabîn bikin ku ji wê taxê derkevin.

Odeya Operasyonên Helebê îdia kir ku “PYD sivîlan weke mertalên mirovî bikar tîne. Em amade ne, riya derketina ji taxê ji bo wan sivîlan dabîn bikin û em soz didin ku piştre emê wan vegerînin cihê wan."

Ragihandina PYD jî dibêje: “Ev yek, tenê ji bo xapandina xelkê ye, ku ev hêzên çekdar ji aliyê Tirkiyê ve piştgiriya wan dibe û dixwazin vê taxê kontrol bikin.”

Her ji aliyê xwe ve PYD eşkere dike ku ev hêz sivîlan ji xwe re dikine armanc û mebesta van hêzan pêkanîna guhertineke demografîk e li vê taxa ku piraniya nişteciyên wê Kurd in.