Ji ber erdheja 6ê Sibatê taxên dîrokî zerar dîtine

Hewlêr (Rûdaw) - Li Helebê ji ber erdheja 6ê Sibatê taxên dîrokî zirar dîtine, weke Taxa El-Eqebe ku yek ji kevintirîn taxên Helebê ye. Xelkê wê taxê ji tirsa erdhejeke din malên xwe vala kirine û niha li stargehan dimînin.

Taxa El-Eqebe ye li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê. Li gor dîroknasên Îslamî ev tax yek ji kevintirîn taxên Helebê ye ku di erdheja 6ê Sibata 2023an de zerarên zêde dîtine.

Şêniyê taxa el-Eqebe ya Helebê Mihyedîn Xelîl anî ziman, “Ev xanî yê bapîrê min û yê hemû bapîrên me yên din bû. Wek diyar dibe taxa El-Eqebe ji ciwantirîn taxên Helebê ye, dibe kevnartirîn tax li Helebê. Di sala 2011ê de em ji ber şer ji taxê reviyan û çûn parêzgeheke din. Em di 2017-2018an de vegeriyan zerar dîtibû. Ji ber erdheja li Helbê wêraniyeke zêde çêbû, wek mucîzeyekê bû em rizgar bûn. Em bi hêvî ne careke din xanî ji berê baştir nûjen bikin.”

Xelkê taxa El-Eqebe ji ber erdheja 6ê Sibatê û ji tirsa erdhejeke din malên xwe bicîh hiştine û niha li sitargehan dimînin.

Maqûlekî berê yê navçeyê Mihemed Misrî got, “Herifandineke zêde ya avahiyan çêbû. Hejmareke xelk di bin kavilan de mirin û birîndar bûn. Piraniya malbatan jî ji ber erdheja wêranker tax bicîh hiştin.”

Roja 3ê Adara 2023an, Banka Navdelwtî ragihnd, ji ber erdheja 6ê Sibata borî Sûriyê bi qasî 5.1 milyar dolar zerar dîtine, ji sedî 45ê wan zeraran li Helebê bû.