Wezîrê Derve yê Îranê li Şamê bi Beşar Esed re civiya

10-03-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Sûriye Beşar Esed Huseyîn Emîr Ebdullahyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Huseyîn Ebdulahyan serdana Şamê paytexta Sûriyê kir, û li gel Serokkomarê wî welatî Beşar Esed civiya.

Roja 9ê Adarê, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Huseyîn Ebdulahyan serdana Şamê paytexta Sûriyê kir, û li gel Serokkomarê wî welatî Beşar Esed civiya. Serdana Ebdulehyan piştî erdheja 6ê Sibatê dibe.

Li gor ajansa SANA ser bi hikûmeta Sûriyê, Esed û Ebdulehyan pirsên hevbeş û pêşhateyên nû li meydana navherêmî û navdewletî û pirsa civînên di navbera Şam û Enqere de gotûbêj kirin.

Li gor heman çavkaniyê, Wezîrê Derve yê Îranê pêşwazî li civîna hefteya bê kir ku biryare li Moskowê di navbera berpirsên Sûriyê, Tirkiye, Rûsya û Îranê de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst